Sancar: Em ne tên leyîstikan û ne jî provakasyonan dikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar, têkildarî “Meşa Demorasiyê ku ji 2 aliyan ve bimeşin Enqereyê û lîstikên li ser HDP’ê tên lîstin got:

Em kesên li ser HDP’ê provakasyonan dikin hişyar dikin.

HDP ne tê lîstikan û ne jî provakasyonan dike.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Amedê serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kir.

Mîthat Sancar têkildarî “Meşa Demokrasiyê” û zextên li ser HDP’ê nirxandin kir.

Sancar, ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz û parlamenterên HDP’ê ve hat pêşwazîkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê careke din girtina parlementerên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari bi darbe pênase kir û wiha got:

“Betalkirina parlamenteriyê û girtina wan darbeya siyasî ye.

Darbe tene bi tang, topan pêk nayên.

Darbe hin caran bi destê darazê û hin caran bi destê îqtîdarê jî pêk tê.

Mîthat Sancar, anî ziman ku wekî HDP dê di 15’ê Hezîranê de ji Edîrneyê û Colemêrgê bimeşin Enqereyê û ev tişt anî ziman:

Meşa me Meşa Demokrasiyê ye.

Esasê bernameya me demokrasî ye.

Emê ji bo azadî û demokrasiyê bimeşin.

HDP dê têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bi biryar bimeşîne.

Dê hilbijêrên me tev li vê meşê bibin.

Sancar diyar kir ku meş wê ji du baskan ve pêk were û wê dawiyê li Enqerê kom bibin.

Meşa me dê ji du milan pêk bê.

Li Edirneyê Hevserokê partiya me yê berê Selahattin Demirtaş girtî ye.

Colemêrg jî cihê ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven lê hatiye girtin.

Ez ê di meşa Colemêrgê de cih bigirim.

Hevseroka me Pervîn Buldan jî dê di meşa Edîrneyê de cih bigire.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di dawiyê de ev hişyarî da.

Em hişyar dikin HDP nayê lîstikan û tu provokasyonan jî nake.

Dê li rûmeta demokrasiyê xwedî derkeve.

Back to top button