Li rojhilatê Kobanê panzêreke Rûsî teqiya

Îro nêzî dergeha sînorî ya gundê Merc Îsmaîl yê rojhilatê bajarê Kobanê panzêreke rosî teqiya, 3 leşkerên Rûsî birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyên herêmê, dema ku panzêrên Rûsî berê xwe dabûn dergeha sînorî yek ji wan teqya.

Di encama teqînê de 3 lêşkerên Rûsî birîndar bûn.

Her sê leşkerên birîndar ber bi nuqteyeke Rûsî ya li rojavayê Kobanê hatin veguhestin.

Her wiha hêzên Ewlekariyê herêma teqînê dorpêç kirin.

Ti agahî di Sedema teqînê de nehatiya diyarkirin.

 

 

 

 

 

 

di encama wê de

Back to top button