RAYDARÊN SURYANÎ: GELÊN ME BÊ ALTERNATÎF NÎNIN

Nûnerên pêkhateya Suryanî li nava hêzên parastin û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara serokê Emerîka ya vekişînê nirxandin.

Li gorî wan, gelên li herêmê ne bê alternatîf in xwedî projeyên nû ne.

SÎHAM QERYO: JI BO ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRÎ GIŞTÎ EM TÊDIKOŞÎN
Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û Berdevkê QSD Kîno Garbriyel têkildarî gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û biryara serokê Emerîka ji ajansa Firatê re axivîn.

Siham Qeryo gefa dagirkeriyê û biryara serokê Emerîka Trump wiha şîrove dike:

Dibe ku biryara vekişîna Emerîka rast be, lê belê dema mirov di çarçoveya rewşa niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî û û her wiha gefên dewleta Tirk bigre dest, wê demê rê li ber gumanan vedike ku ev biryar dikare wan vegerînin 8 sal berê û bixe nava şerekî giran.

Ji destpêkê ve em alîgirê wê yekê bûn ku hebûna hêzên derve wê rê nede çareserkirina aloziya li Sûrî. Ev pirsgirêk tenê dikare ji aliyê gelên me ve were çareserkirin.

Di vê çarçoveyê de em ê navberê nedin têdikoşîna xwe.

Ji bo pêşî li rewşeke kambax were girtin, em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku li dijî gefên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

KÎNO GABRÎYEL: BIRYARA SEROKÊ EMERÎKA HÊZ DAYE DAÎŞ’Ê

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê Kîno Gabriyel jî wiha dibêje:

Piştî Emerîka biryara vekişînê da, DAIŞ’ê li Hecîn û Dêrazorê hem hêzên xwe yên li eniya şer, hem jî hucreyên xwe yên veşartî, xiste nava liv û tevgerê.

Berovajî îdîayên serokê Emerîka Trump, Kîno Gabriyel diyar kir ku biryara dawî wê bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike û zerarê bide keda şervanên wan..

GABRÎYEL: HÊZ Û PROJEYÊN ME HENE KU EM GELÊ XWE PÊ BIPARÊZIN

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyel teqez kir ku ew xwedî rê û rêbazên xwe yên çareseriyê ne û wiha dewam kir:

Hêz û projeyên me hene ku em karibin pê gelên xwe biparêzin.

Planên me yên cuda hene û me dest bi nîqaşkirina wan kirine.

Hêza me heye ku em van pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button