jinên endamên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê banga têkoşinê dikin

Bertekên şermezarkirinê li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê dewam in. Îro Jinên endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê û yekitiya jinên ciwan a kantona Efînê daxuyanî dan.

Aliyan bang li tevahî partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û jinên cîhanê kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Bertekên li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkerî û bi taybet li dijî jinan zêde dibin.

Jinên endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li ser sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên Efrînê daxuyaniyek dan.

Jinan diyar kirin ku ji roja ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye û heta îro sûcan li dijî jinan dike.

Jinan bang li tevahî partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên mafên mirovan kikin ku li hember tundiya li dijî jinan bisekin.

Her wiha lêpirsîn der barê sûcên ku komên çeta yên dewleta Tirk li Efrînê pêk tînin vekin

Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê teqez kir ku ew ê rêya têkoşînê bişopînin

Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarên wê jî di heman çarçoveyê de daxuyaniyek dan.

Jinan sûcên dermirovî yên li dijî jinan li herêmên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê şermezar kirin û gotin:

Em ê dengê xwe bilind bikin da ku her kes guhdar bike, û li kêleka jinên berxwedêr ên Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê, bisekinin.

Her çi were xwestin jî emê rêya têkoşînê bişopînin.

Di dawiyê de jinên Meclisa Ciwan a Minbicê bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku bikevin nava tevgerê.

Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî sûcên dagirkeriyê banga serhildanê kir

Li kêleka van daxuyaniyan Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê jî bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk yên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin.

Yekitiya Jinan soza da ku ew ê tola wan jinan rakin û bang li hemû rêxistinên maf-nas kirin ku li dijî van bipêkirinan serî hildin.

Back to top button