Çete li navçeya Mabata ya Efrînê 15 sivîl revandin

Roj derbas nabe ku dewleta Tirk û çeteyên wê kirinên hovane pêk neyînin. Li navçeya Mabata ya Efrînê çeteyan 15 sivîl revandin, navenda belgekirinê jî navên 39 kesên hatin revandin belge kir.

Ji bo koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen, çeteyên dewleta Trik kiryarên dermirovî pêk tînin.

Malpara Efrînpost ragihand ku beriya deh rojan çete bi ser gundê Reca yê navçeya Mabata girtin û 8 sivîl revandin.

Navê kesên revandî jî ev in:

Elî Hemo

Husên Şêxo

Ezîz Şêxo

Betal Mihemed Şêxo

Heysem Remzî Hecî Hemo

Henîf Arif Şerê

Mihemed Birîm

Û Henîf Henan

Çeteyan piştî dayîna fîdyeyan Henîf Henan û Mihemed Birîm serbest berdan.

Li heman gundî jî roj Înî ya derbasbûyî çarek din bi ser gund girtin.

Çete şêniyên bi navê Horîk Nesan 37, Ezîz Hisên 60, Hemêd Ibrahîm 70 Û Azad Ibrahîm 30 revandin.

Çeteyan ji gundê Meimila ya navçeya Mabata jî, Lawend Umer Simo (20), Mihemed Menan Birîm (32) û Ciwan Şukrî Umer (20) revandin.

Heta niha jî çaranûsa kesên hatin revandin ne diyarin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakur Sûriyê ragihand ku li Erînê çete şêniyê bi navê Mistefa Wehîd 35 revand û bi giranî êşkence kir.

Navendê di bîlançoya meha Gulanê de ragihand ku wan navên 39 kesên ku çeteyan revandine, belge kiriye.

Ji wan yekî jiyana xwe ji dest da, navên 13 sivîl ku hatine êşkencekirin belge kiriye.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku çeteyan bi hemû şêwazan hewl didin sûcên ku li dijî zaroka bi navê Melek Nebîh Xelîl Cuma pêk anîne, veşêrin û gefa kuştinê li malbata wê dixwin.

Back to top button