Cenazeyê Şehîd Idrîs Mehelî bi merasîmekê hat oxirkirin

Şêniyên kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Idrîs Mehelî oxir kirin. Di merasîmê de nasnameyên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê hat eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Idrîs Mehelî bûn.

Şehîd Idrîs Mehelî di encama teqîna mayînekê li herêma Eyn Îsayê şehîd bû.

Girseya gel cenazeyê şehîd Idrîs Mehelî li Goristana Şehîd Dîcle wergirtin.

Di mersîmê de gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Idrîs hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê ragihand û nasnameyên wan dane malbatên wan.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Dilxwaz Şêxo ( Çavreş Kobanê)

Ehmed Muslim (Xalo Kobanê)

Hesen Bozan (Serdar)

Welat Îsmaîl (Ferhad Kurdistan)

Harûn Hoşeng (Harûn Amed)

Meysa Ehmed (Dêrism Rojhilat) 

Mehsûm Xolo (Kendal Koçer).

Piştre girseya gel cenazeyê şehîd Idrîs Mehelî di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Back to top button