2 erdhejên xurt bi kûrahiya 10 Km, gelek deverên parêzgeha Faris li başûrê Îranê hejandin.
Televîzyona Îranî ragihand ku 2 erdhej, yek bi hêza 5.7 û yek bi hêza 5.1 li 5 deverên parêzgehê rû dan.
Li gorî televîzyonê, 4 tîmên rizgarkirinê çûn van deveran, taybet ên kehrebe li wan qut bû.
Berdevkê Rêxistina Birêvebirina Aloziyan a Îranê jî diyar kir ku heya niha ti qurbanî tune ne, lê dibe birîndar hebin.
Her wekî anî ziman ku gelek mal li bajarokê Ceraş hatine qelaştin.