Çeteyên dewleta Tirk 5 şivanên pez li Serê Kaniyê girtin

Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê qaşo “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkerî, 5 şivanên pez girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku, 3 panzêrên artêşa Tirk, tevî çeteyên xwe girtin ser gundê Xirbit El-Benat ê Serê Kaniyê.

Li vî gundî, artêşa Tirk 5 şivanên pez girtin û wan ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Li gorî Navendê, dema artêşa Tirk agir bi zeviyan dixist, van her 5 şivanan, bûyer dît, ji lewma ji bo sûcên xwe binixumînin, ew girtin.

8’ê Hizîranê jî, leşkerên Tirk careke din girt ser vî gundî û 5 sivîlên ku agir bi zeviyên wan ketibû, girtin.

Di vî dîmenî de, ku bi dehan xizmên kesên revandî li ber baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk kom bûne, leşkerên Tirk heqaretê li wan dikin û wan diqewitînin.

Back to top button