Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi daxuyaniyekê endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn bi bîr anî û soza bilindkirina têkoşînê da.
Tevgera Ciwanan teqez kir, ew ê tekane xeyala heval Qasim, Kurdistana azad û yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.
Tevgerê got:
Em ê plan û êrîşên dijmin yek bi yek pûç bikin û li ser şopa şehîdên xwe têkoşînê geş û gur bikin.
Divê dijmin zanibe, wê her ciwanê Kurd hestên şoreşê û daxwaza azadiyê ya heval Qasim di dil û mejiyê xwe de geş bike û tolê hilîne.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li hemû ciwanên Kurdistanî kir ku xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna rêxistinî bi serfiraziyê tacîdar bikin.



