6 leşkerên hikumeta Şamê li Idlibê hatin kuştin

Piştî bombebarana balafirên şer ên Rûsî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Idlibê kirin armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, çeteyên dewleta Tirk bi mûşekan, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Li aliyekî din jî, hêzên hikumetê li eniya Filêfil û Fitêra yên Cebel Şehşebo, hewl dan bi pêş kevin û mayînên ji aliyê çeteyan ve hatine çandin, bê bandor bikin.

Li vir teqînek çêbû û 6 leşkerên hikumetê hatin kuştin û hin leşker jî birîndar bûn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, teqînek di embara çekan a hêzên hikumetê de, li eniya gundewarê Seraqibê çêbû.

Lê derbarê encama zerarên canî de, ti agahî nehatin zanîn..

Back to top button