Rêveberiya Xweser ragihand ku wan dest bi komkirina agahiyên der barê niştecihên kampa Holê de kiriye, da rewşa kampê baştir bibe.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê teqez kir ku xebata komkirina agahiyên ji hundirê kampê, wê li gorî qanûnan pêk bê.
Rêveberiyê got:
Em ê bi rêya QSD’ê, Asayîş û bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî, agahî û datayan ji hevjînên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê kom bikin.
Ev tedbîr, wê li gorî berpirsyarî û displîna ewlehî û qedexekirina kirinên terorîst li herêmê û dewletên cîhanê pêk bê.
Li gorî Rêveberiyê, wê welatên van malbatên DAIŞî yên di kampê de, werin agahdarkirin, da bi erkên xwe rabin û piştevaniya guncaw pêşkêş bikin.
Rêveberiya Xweser her wiha da zanîn, ew ê çareyeke guncaw ji hejmara mezin a jin û zarokan re jî bibînin.