Girtî dest bi çalakiyên hişyarkirinê dikin

Girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar kir ku di dema vîrûsê de, zexta li ser wan zêde bûye û ragihandin, ku ji bo hişyarkirinê ew ê dest bi çalakiyan bikin. Girtiyan her wiha bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî tecrîd û kirinên qirker ên li zindanan bêdeng nemînin û li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn çalakiyên rûniştinê bidin destpêkirin û kolanan veguherînin qadên berxwedanê.

Desthiladariya faşît a AKP-MHP’ê di van demê dawî de, bi hiceta nexweşiya corona zext û tecrîda li ser girtiyên zindanan zêdetir kirine.

Sema Mazlûm bi navê hemû girtiyên di zindanên Tirkiye de ne, nameyek ji rayagiştî re şand û ragihand ku ew li dijî tecrîd, kirinên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker, dest bi çalakiyên hişyarkirinê dikin.

Çalakî, wê vê hefteyê bi şandina nameyan dest pê bikin

Girtiya şoreşger diyar kir ku hefteya bê, destpêkê ji bo zextê li dewleta Tirk bikin, wê ji NY, Rêxistina Efûyê, ÎHD, Serokatiya Meclisê, Wezareta Edaletê û Serokkomariyê re daxwazname bên nivîsandin.

Piştre jî, wê çalakiyên wernegirtina xwarin û qîrîna dirûşman bên kirin.

Sema Malzûm: Divê gelê me dakeve qadan û piştgiriyê bidin me

Sema her wiha bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî tecrîd, polîtîkayên qirker ên li zindanan; bêdeng nemînin û li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn çalakiyên rûniştinê bidin destpêkirin û kolanan veguherînin qadên berxwedanê.

Back to top button