Çete şêniyek ji navçeya Cindirêsê bi jehrê kuşt

Çeteyên dewleta tirk li dijî Efrîniyên daxwaza malên xwe dikin kiriyarên hovane pêk tînin. Herî dawî şêniyê binavê Mistefa ji ber ku ji çeteyan xwest ji mala wî derkevin ew bi jehrdanê kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çete şêniyê bi navê Misfeta Mihemed Ebd Ferec ê ji gundê Yelenqûzê ya navçeya Cindirîsê kuşt.

Piştî derketina Ebd Ferec ji girtîgehê, mala xwe ji çeteyan xwest.

Çete bi armanca kuştinê, ew vexwendin malê û jehr xistin qehweya wî.

Rêxistinê da zanîn ku nexwaşxaniyê Efrînê diyar kir Mistefa bi jehrê jiyan xwe ji dest daye.

her weha ji bo ev sûc eşkere nebe, çete gef li malbata Mistefa xwar.

Çete li bajarê Efrînê malbatek revandin

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê jî, çete bi ser mala şêniyê bi navê Osman Mecîd Nesan (55 ) yê ji gundê Rota ya navçeya Mabata de girt.

Rêxistinê ragihand ku çeteyan Osman, hevjîn wî û sê zarokên wî revandin.

Heta niha çarenûsa wan nediyar in.

Back to top button