Li parêzgeha Suweydayê xwepêşandan di roja 4’emîn de didomin

Ji ber rewşa jiyanî ya kembax ku hikûmeta Şamê sedemkar e, xwepêşandanên nerazîbûna dewam in. Li parêzgeha Suweydayê xwepêşandanên hilweşandina hikûmeta Şamê di roja 4’emîn de didomin.

Her wiha li herêmên din ên hikûmeta Şamê jî alîgirên wê bi hêrs bûne û çûna El-Esed wek çareseriyekê ji aloziya aborî û rewşa jiyanî ya tengav re dibînin.

Îro hikûmeta Şamê da ku ser xwepêşandanên li dijî wê bigire, karmend, xwendekar û alîgirên xwe neçarî meşeke alîgiriyê kirin.

Meşa alîgirên hikûmetê piştî gefxwarinên girtin û şopandina her kesê ku tevlî meşê nebe, tê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hemwextî meşa alîgirên hikûmetê, şêniyên parêzgeha Suweydayê careke din li kolalnan bûn.

Bi dehan ji welatiyên daketin qada El-Fexar a bajêr û bangên çûna El-Esed û hilweşandina hikûmetê nû kirin.

Ji xwe li heman herêmê ev 4 rojin xwepêşandan hene.

Li gorî Çavdêriya Sûrî hikûmeta Şamê bi lidarxistina meşên bi vî rengî, gefan li xwepêşanderên li dijî wê dixwe.

Lê zêde rê daye hêzên leşkerî û ewlehî ku xwepêşandanan biçewsînin.

Şêniyên bajêr jî bi tirs in ku hêzên hikûmetê tundiyê li dijî wan bi kar bîne.

Alîgir çûna El-Esed wek çareseriyekê ji rewşa jiyanî ya kembax re dibînin

Ji aliyekî din ve derbarê El-Esed de êdî alîgirên wî li herêmên hikumete bi hers bûne.

Rast e ku wek parêzgeha suweydayê ranebûne ser piyan, lê gotinên pêwîstiya çûna wî ji ser desthilatê weke çareserî li ser zimanên wan e.

Ji ber aloziya aborî, li tevahiya herêmên Sûriyê û bi taybet li herêmên hikûmeta Şamê welatî gelekî ji rewşê tengav bûne.

Girêdayî wê Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ji çavkaniyên pêbawer li parêzgeha Laziqiyê, Tertûs û Humsê ragihand ku piştgirên hikûmeta Şamê bi hers bûne.

Weke cara yekemîn bi serbestî qala çûna El-Esed dikin û dibînin ku hilweşandina hikûmeta heyî, ji derketina ji rewşa jiyanî ya tengav çareseriyek e.

Li nava herêmên hikûmeta Şamê, axaftin li ser El-Esed bi carekê nederbasdar bû, lê belê ji ber bênirxbûna lîreya Sûrî li beramberî dollar û buhabûna nirxên tiştan êdî heta alîgirên wî naxwazin ew li ser desthilatê bimîne.

Back to top button