Keştiyek cengê ya Yûnanîstanê, keştiya Tirkiyê rawestand

Keştiyek cengê ya Yûnanîstanê keştiya Tirkiyê ya ku guman kiriye ku cebilxaneyê dibe Lîbyayê, rawestand.

Li gorî malpera Greek Reporter, Keştiya cengê ya Yûnanîstanê tev li erkek deryayî ya Yekitiya Ewropayê li nêzî beravên Afrîkayê bûye,keştiya Tirkiyê ya ku guman kiriye ku cebilxaneyê dibe Lîbyayê, dişopîne.

Malperê li ser zimanê çavkaniyan di wezareta berevanî ya Yûnanîstanê diyar kir ku bi keştiya Tirkiyê re du keştiyên cengê hebûn.

Sîgnel ji keştiya Tirkiyê re hate şandin, lê ne hatin bersivandin.

Piştre helikopterek girêdayî hêzên deryayî ya Yûnanîstanê li ser keştiya Tirkiyê firiya û destûra lêgerînê xwest.

Lê dîsa jî ew daxwaz ji hêla keştiya Tirkiyê ve hate redkirin.

Bi vê yekê Tirkiyê binpêkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya ku şandina çek ji Lîbyayê re qedexe dike, didomîne.

Back to top button