Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî şehîdbûna Endamê komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn daxuyaniyek da got:
“Ji bo wî hebûna Kurdan a li rojavayê Firatê û azadiya Kurdistanê erkekî pîroz bû.
KCK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) tevahî jiyana xwe ya 35 salan da têkoşîna azadiya gelê Kurd û wiha dewam kir;
di encama êrîşeke esmanî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye. Hevrê Kasim ê mîna milîtanekî fedayî yê Apoyî her erka digirt bi biryardarî, zanistî, coşekî mezin, kelecan û tempoyeke xurt bi cih danî, wê her demê têkoşîna wî ya azadî bê jiyîn.
Li dijî polîtîkayên qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Kurdan, lîstikên li Kurdistan û parçekirina Kurdan her demê di warê avakirina ruhê hevpar ê li çar parçeyên Kurdistanê, dîsa di warê pêşxistina zanîna netewî, civakî û dîorkî de bûye xwedî hewldan.
Şehîdbûna Hevrê Kasim wê biryardariya têkoşîna azadiyê wê vîna serxistinê bi teqez hê xurtir bike.