El-Sîsî û Trump rewşa Lîbyayê nirxandin

Di axaftina telîfonê ya di navbera Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û serokê Amerîkayê, Donald Trump, aloziya Lîbî hat nîqaşkirin.

Balyoz û berdevkê fermî yê hevserokatiya Misirê  Besam Radî got: “Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî bi rêya telefonê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.

Her du serokan girêdayî geşedanên dawîn ên li Lîbyayê, li gel destpêkirina Peymana Qahîra nêrînên xwe parvekirin.

Trump li ser xebatên Misirê ya çareseriya aloziya Lîbyayê û dawîbûna şer bi erênî nirxand.

Wezareta derve ya Amerîkayê roja Şemiyê anî ziman ku ew xebatên Misirê ji bo piştgiriya agirbestê li Lîbyayê erênî dinirxîne.

Back to top button