ÇAVUŞOGLU: EM GUH NADIN TI HÊZÊ Û EM Û BIKEVIN ROJHILATÊ FIRATÊ

Wezîrê Karê Dervê ê Tirk Mevlûd Çavûşoglu dubare anî ziman ku ew di mijara dagirkirina herêma Rojhilatê Firatê de bi biryar in..

Çavûşoglu gef li Fransayê jî xwar û got, mabûn eskerên wan li herêmê wê ti fêdê li wan neke.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bikeve bajarê Minbicê.

Ev hewldana xwe jî li gorî vekişîna eskerên Emerîkayê pîlan dike.

Wezîrê Karê Derve ê Tirk Mevlûd Çavûşolgu careke din gef li hêzên cîhanî xwar û got,

Ti kes li hemberî biryara wan a ketina Rojhilatê Firatê nikare bibe asteng û

Mevlûd Çavûşolgu wiha domand;

Eger Tirkiyê gotibe ew ê bikeve Sûrî wê vê yekê pêk bîne.

Çavûşoglu îdîa kir ku ew li gorî vekişîna leşkerên Emerîka ji Sûrî operasyona ketina Rojhilatê Fratê destpêbikin û li bi van gotinan nerazîbûn li hemberî helwesta Fransayê nîşan da:

Fransa dibêje ew ê hebûna xwe li Sûrî dewam bike.

Divê baş zanibe ku ev yek wê ti fêdê lê neke.

Tevî ku wezîrê Tirk baş dizan ku ti hebûna DAIŞ’ê li Rojhilatê Firatê tine ye jî îdîa kir ku ew ê ji bi tinekirina DAIŞ’ê bikevin Minbicê.

Bi vî awayî Çavçûşoglu li xwe mukir hat ku armanca wan a sereke destkeftiyên gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk e.

Leave a Reply

Back to top button