Feleknaz Ûca: Tişta herî zêde AKP’ê aciz dike, rêxistinkirina jinê ye

Cîgira hevserokatiya HDP’ê Feleknaz Ûca û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî polîtîkaya AKP’ê ya li dijî jinan nirxandin kir. Her duyan anî ziman: “Piştî AKP li Tirkiyê bû desthilatdar, tundiya li dijî jinê zêde bû” û tekez kirin “Tişta herî zêde hikumetê aciz dike, xwebirêxistina jinê ye.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kudistanê her cure êrîş, ji girtin, revandin û êşkencekirinê li dijî jinan zêde bûne.

Taybet jinên siyasetmedar, rastî êrîşên AKP’ê tên.

Di vî warî de, Cîgira Hevserokatiya HDP`ê û parlamentera Êlihê Feleknaz Ûca axivî û bal kişand ser rola jinê ya di civakê de ku dibêje:

Desthilatdariya mêrdest, jinê weke kole dibîne.

Armanca sereke ya vê desthilatdariyê, şerê li dijî jinê û bêparhiştina ji mafên wê ye.”

Feleknaz Ûca got:

“Ji dema AKP gihaştiye desthilata Tirkiyê, ew şerê vîna jinê dike.

Tundiya li dijî jinan bi hemû cureyên wê, roj bi roj zêde dibe.

Bi awayekî sereke dûrxistina wê, ji têgeha xwebirêxistinkirinê armanc dike.

Cîgira Hevserokatiya HDP’ê û parlementera Êlihê Feleknaz Ûca dawiyê bang li tevahiya jinan kir ku rêxistina xwe xurt bikin da vê hişmendî û tundiya li dijî jinê bi dawî bikin.

Beştaş: Divê em li her cihî balê bikişînin ser darbeya AKP’ê

https://anfkurdi.com/kurdistan/bestas-dive-em-li-her-cihi-bale-bikisinin-ser-darbekariya-akp-e-128892

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, der barê heman mijarê de diyar kir ku ev ne darbeyeke ji nû ve dest pê kiriye û got:

Li gorî Meral, ev darbe, dewama darbeya 4’ê Mijdara 2016’an e ku Hevserokên Giştî yên HDP û gelek parlamenter bi operasyoneke nîvê şevê hatin binçavkirin.

Meral her wiha anî ziman jî ku:

“Bila vê ji bîr nekin, çi qasî li me dixin, ew qasî zeîf dibin û em ew qasî xurt dibin. Niha li hemberî partiya me ji çar aliyan ve êrîşek hatiye destpêkirin.”

Herî dawî jî Meral ev bang kir:

“HDP bi gel re têkoşîna xwe didomîne. Divê her kes li her cihî balê bikişîne ser darbekariya AKP’ê.”

Back to top button