Li Başûrê Kurdistanê 171 kes bi vîrûsê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 175 kesên din bi vîrûsê ketine. 

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, li Hewlêrê 60 kes, li Silêmaniyê 104 û yên din jî li Raperîn, Dihok û Helebceyê ne.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 17 kes mirin û 922 jî pê ketine

Rewşa kampax li Rojhilat û Bakurê Kurdistan, Îran û Tirkiyê ye. Her ku diçe, jimara pêketiyan jî zêdetir dibe.

Herî dawî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gorî daneyên hikumeta Tirk, 922 kes bi vîrûsê ketine û 17’an jî jiyana xwe ji dest da.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 81 kes mirin û 2011 jî pê ketine

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, 2 hezar û 11 kesên din bi vîrûsê ketine û 81 kesî jî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button