“Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên dermankirin”

Endama koma “Li Girtîgehê Tenduristî” Berîvan Korkût, destnîşan kir ku li Tirkiyê, di dema Corona de mercên girtiyên nexweş girantir bûne, ku rayedar pirgsirêkan bibînin jî çareser nakin. 

Korkût, diyar kir ku ew nikarin daneyên der barê girtiyên nexweş de bi dest bixin û anî ziman ku li Tirkiyê bidestxistina daneyên bi vî rengî, zehmet e .

Korkût got:

“Me daxwaz kirine, lê dîsa jî dane bi me re nehatine parvekirin.

Li ber destê me tenê hejmara kesên serî li saziyên me didin heye, lê em baş dizanin hejmara girtiyên nexweş û girtiyên rewşa wan giran, zêdetir e.”

Berîvan Korkût destnîşan kir ku ji bo rewşa girtiyên nexweş di dema Corona de hîn bibin, wan serlêdan kirine û got:

“Rewşa girtiyên nexweş di mercên Corona de girantir bû.”

Back to top button