Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser giştî xaka Kurdistanê, KCDK-E bi daxuyaniyekê banga mezinkirina berxwedanê kir.
KCDK-E di daxuyaniya xwe de got:
Li dijî êrîşên gelemper ên dewleta Tirk a faşîst, ku êrîşan dibe ser çand, ziman, vîn û goristanên gelê me, divê em berxwedana gelemper mezin bikin.
Dewleta Tirk a qirker tevî çeteyên xwe bi rêbazên nemerdane, êrîşê dibin ser jinên me yên li Efrînê.
Dewleta Tirk bi her rê û rêbazên dermirovî, bi rengekî hovane êrîşî nirxên Kurd û Kurdistanê dikin.
Li dijî vê rejîma faşîst yekane rêya serketinê berxwedan e.”
KCDK-E teqez kir ku “dem dema ku nirxên berxwedanê yên ji aliyê hevrê Qasim ve hatine afirandin, bên mezinkirin û li Kurdistana azad bên misogerkirin”.
KCDK-E bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî çalakiyên şermezarkirinê yên 13 Hezîranê bibin.