Kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme: Kujerên Palme ne Kurd in

Piştî 34 salan derket holê ku ti eleqeya Kurdan bi kuştina Olof Palme re nîne. Gelê Kurd li bendê ye ku hikûmeta Swêd û yên Ewropayê lêborînê ji wan bixwazin. 

Di êvara 28’ê Sibata 1996’an de, Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hate kuştin.

Piştî kuştina wî, bi taybetî çapemeniya Tirk û Alman bi israr hewl dan sûcdarekî peyda bikin û yekser kuştina palme xistin stûyê PKK’ê.

Ji ber vê sûcdariyê, hikûmeta Swêdê û welatên Ewropayê gelek Kurd girtin û zext li wan kirin.

Lê Serdozgeriya Swêdê, duh bi rengekî fermî ragihand ku kujerê Palme ne Kurd in, belê Swêdiyekî bi navê Stîg Engstrom e ku ji sala 2000’î de miriye.

Piştê vê daxuyaniyê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swêdê (NCDK-S) daxuyaniyek da.

Navendê bang li hikûmeta Swêdê kir ku dawî li neheqiya 34 salan a li PKK’ê û Kurdan bîne û gelê Kurd li bendê ye ku hikûmeta Swêd û yên Ewropayê lêborînê ji Kurdan bixwazin.

Back to top button