Hêzên hikumeta Şamê careke din deverên Idlibê topbaran kirin

Li herêma qaşo “kêm şer” dîsa hêzên hikumeta Şamê 8 bajrok û gund topbaran kirin û tevgera balafirên Rûsî jî li ser asîmanê van deveran zêde bûye.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku, hêzên hikumeta Şamê devera Fitêra, Kinsefra, Sifûhin û 4 deverên din ên Idlibê topbaran kirin.

Duh jî, hêzên hikumetê deverên Cebel El-Zawiyê ên Idlibê û Sehil El-Xab ê Hemayê kirin armanc.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo Idlibê didomîne.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku 25 maşîneyên leşkerî yên Tirkî di deriyê Kefer Losîn re bûn.

Bi vê yekê re, jimara maşîneyên leşekerî yên Tirk ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan ve û heya niha bû 3 hezar û 935, ew jî li gek derbaskirina bi hezaran leşker.

Back to top button