Navên rêxistin û aliyên tawanbar ên Pasdarên Îranî li Iraqê, eşkere kirin

Komîteya Lêkolînên Partiya Komarî ya Kongressa Amerîkî, roporek der barê gefên Îranî û aliyên tawanbar ên Feyleqa Pasdaran li Iraq, pêşkêş kir.

Li gorî rapora Komîteyê, 8 rêxistin û tevgerên girêdayî Îranê li Iraqê tawanbar in.
Rêxistina Bedir, Tabûrên Îmam Elî, Seraya Xurasanî, Tabûrên Seyid El-Şuheda’i, Lîwaya Ebû Fedil El-Ebbas, Tevgera Ewfiya’i, Tevgera Cind El-Îslam û Seraya Aşûra’i.

Komîteyê da xuyakirin ku van aliyan îsal daxuyaniyek li dijî Amerîkayê îmze kiriye, ku divê Kongressa Amerîkî raporeke salane der barê tevgerên nû yên ji aliyê Pasdarên Îranî ve tên birêvebirin, ji Wezareta Derve ya Amerîkî bixwaze.

Komîteyê her wiha destnîşan kir ku “Rêxistina Bedir” ji aliyê Pasdarên Îranî ve hatiye avakirin û di dema cenga Îraqî-Îranî de, li gel avakera xwe bû.

Berî niha, komên Iraqî yên girêdayî Îranê ketibûn lîsteya terorê, wekî Fatimî, Zeynebî, Nuceba’i û ‘Esaib Ehl El-Heq.

 

 

Back to top button