ADIL EBDULMEHDÎ: VEKIŞÎNA EMERÎKA JI SURIYÊ WÊ BANDORÊ LI IRAQÊ BIKE

Serokewzîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir ku vekişîna leşkerên Emerîka ji Suriyê, raste rast wê bandorê li ser Iraqê jî bike.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyek çapemeniyê de balkişand ser vekişîna leşkerên Emerîka ji Suriyê.

Adil Ebulmehdî got:

Wezareta Derve ya Amerîkayê ew li ser vekişîna hêzên xwe ji Suriyê agahdar kiriye.

Ebulmehdî daxuyakirin ku Iraqê pêngavên pêwîst yên ji bo bandora vekişîna hêzên Amerîka ji Suriyê a li ser Iraqê avêtiye û wiha anî ziman:

Vekişîna hêzên Amerîka ji Suriyeyê, wê raste rast bandorê li ser Iraqê bike.

Leave a Reply

Back to top button