Şêniyên Minbicê bi merasîmekê şehîd Ehmed oxirkirin

Îro bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ehmed Tîzînî bi merasîmekê girseyî li goristana şehîdan a bajarê Minbicê, oxirkirin.

Şervanê Lîwaa Siwar Idlibê ya girêdayî QSD’ê Ehmed Tîzînî bi nasnav Ebû Sitêf dema bi erka xwe radibû, şehîd bû.

Şêniyên Minbicê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firat a Minbicê, berê xwe dan goristana şehîdan.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Lîwaa Siwar Idlib, Saziya Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a bajarê Minbicê axeftin hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava sloganên dil soziyên de, spartin axê.

Back to top button