Hikûmeta Şamê..Hisên Ernûs wek serokwezîr li şûn Îmad Xemîs hat erkdarkirin

Hemwextî xwepêşandanên li dijî hikûmeta Şamê, bênirxbûna lîreya Sûrî beramberî dolar û rewşa jiyanî ya kembax serokê hikûmetê Beşar El-Esed guhertinek di hikûmetê de çêkir.

Îro piştî nîvro ragihandina fermî ya hikûmeta Şamê ragihand ku serokê wê Beşar El-Esed derbarê serokatiya Meclisa wezîran biryarek da.

Li gorî biryara serokê hikûmetê, serokwezîrê heyî Îmad Xemîs ji erkê êxist û li şûna wî Hisên Ernûs weke serokwezîrê nû erkdar kir.

Endezyar Îmad Xemîs 3 Tîrmeha 2016’an bû serokwezîrê hikûmeta Şamê.

Piştî 4 salan û di demekê de ku Sûriyê di rewşeke tengav re derbas dibe bi biryara El-Esed, Xemîs ji erk hat êxistin.

Derbarê vê gava ji nişka ve hat avêtin de, hikumeta Şamê ti sedem destnîşan nekir.Ç

Lê ev biryar rastî kurbûna krîza aborî ya hikumeta şamê hat.

Back to top button