Li navçeya Şera ya Efrînê şêniyek 80 salî kuştî hat dîtin

Çeteyên dewleta Trik ji bo şêniyên resen yên Efrînê Kocber bikin, sûcên dermirovî pêktînin. Li navçeya Şera ya Efrînê şêniyekî 80 salî yê ku çeteyan revandibû, kuştî hate dîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku duh cenazeyê Arif Ebdo Xelîl ê 80 li nêzî gola Meydankê ya li navçeya Şera kuştî hate dîtin.

Rêxistinê diyar kir ku çete di 9’ê hizêranê de Arif ji gundê wî yê Qizilbaşa ya navçeya Biliblê revand.

Her wiha çeteyan 10 hezar dolar jê dizîne.

Li Navenda bajarê Efrînê çeteyên dewleta Tirk du ciwan bi navên Henan Kot ji gundê Aşkan Rojhilat ya navçeya Cindirêsê û Ebdo revandin:

Malpara Efrînpost diyar kir ku her du ciwan bi tewana pêkanîna teqînan hatin revandin.

Back to top button