Nerazîbûna li dijî tevlîbûna Tirkiyê ya li tetbîqata NATO’ê ya li Derya Baltikê zêde dibe. Rêxistinên aştiyê li ber tevlîbûna Tirkiye û DYE’yê radibin.
Welatên hevpeymanên NATO’yê û Baltops 20 a pirnetewe (Baltic operations) di navbera 7 û 19’ê Hezîranê de li Derya Baltikê tatbîqatê dikin.
Tevgera Aştiyê ya Swêdê tevlîbûna dewletên DYE û Tirkiyê ya li tatbîqata leşkerî ya hevpar şermezar kir.
Parlamenter Amîneh Kakabaveh jî bi daxuyaniyekê pêşnûme pirsek pêşkêşî parlamentê kir û mijar xist rojevê.
Kakabaveh diyar kir ku Tirkiye veguheriye welatekî ku ji aliyê dîktatoriya şexsekî ve tê birêvebirin û rêveberên partiyên mûxalefetê bi sûcdariyên bêbingeh tên cezakirin.
Kakabaveh ji Wezîrê Parastinê pirsî ka ji bo astengkirina Tirkiyê di tatbîqatê de wê çi bike.