Artêşa Niştimanî pêşî li balafireke veguhestinê ya Tirkiyê girt

Tevî hemû bangên navdewletî ji bo pêkanîna agirbestê li Lîbyayê, lê hê jî dewleta Tirk şandina çekan ber Lîbyayê ve didomîne. Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî pêşî li balafirên dewleta Tirk ku tê de çek hebûn, girt.

Îro Artêşa Niştimanî, li beravên Mesratayê pêşî li balafireke veguhistinê ya dewleta Tirk girt û neçar kir ku paş ve vegere.

Malpera “Flightradar” a Îtalî ku tevgera balafiran dişopîne, eşkere kir ku 3 balarifrên veguhestinê yên leşkerî yên dewleta Tirk nêzî asîmanê rojavayê Lîbyayê geriyane.

Duh jî hatibû ragihand ku keştiyeke cengê ya Yûnanistanê pêşî li keştiyeke veguhestinê ya dewleta Tirk ku tê de çek hebûn, girtibû.

Hikûmeta Wîfaqê derdora 90 km ji bajarê Sêrtê vekişiya

Artêşa Niştimanî her wiha idîaya hikûmeta Wîfaq a Ixwanî ku xeta alîkariyê di navbera başûr û rojavayî welatê li ser wan qut kiriye derewand.

Hat teqezkirin ku çeteyên hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî derdora 90 km ji bajarê Sêrtê vekişiyane.

Back to top button