Pêvajoya 2. a diyaloga Kurdî-Kurdî dest pê kir

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd destpêkirina pêvajoya 2. a diyaloga Kurdî-Kurdî ragihand.

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd îro civîna xwe ya asayî li avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Civîn ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên girêdayî diyaloga Kurd-Kurd hate lidarxistin.

Li gorî sekreterê giştî yê Yekitiya Lîbral a Kurdistanê Ferhad Têlo pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurdî-Kurdî destpê kir û got:

“Duh êvara Çarşemê civînek di navbera komîteya Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd û Encumena Niştîmanî ya Kurd de lidar ket. Hinek nuqte hatin nîqaşkirin. Bi giştî tu nakokiyên mezin tune ne.

Têlo destnîşan kir ku civîn bi tevlibûna fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û William Roebuck şêwirmendê Amerîkî yê Hêzên Koalîsyona Navdewletî lidar ket.

25 partî û tevgerên siyasî yên li Rojava bi armanca pêkanîna yekitiya Kurd avakirina sîwanek siyasî bi navê Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd ava kirin.

Komîteyek ji 7 kesan hate avakirin da ku tev li danûstandinên bi partiyên Kurd re bibe ji bo ku yekitiya Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.

Back to top button