Amerîka dê jimara hêzên xwe li Iraqê kêm bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ê jimara hêzên xwe yên li Iraqê, kêm bikin.

Şeva borî, Waşingtonê anî ziman ku, li gorî rûniştina yekemîn a danûstandinên stratejîk navbera wan û Îraqê, ew ê jimara hêzên Amerîkî kêm bikin.

Wezareta Amerîkî her wiha diyar kir, ew ê rewşa hêzên mayî jî bi hikumeta Îraqî re nîqaş bikin, lê teqez kir, ew naxwazin ti baregehên leşkerî yan hebûneke wan a mayînde li Îraqê hebe.

Duh jî piştî danûstandinan, herdu aliyan daxuyaniyeke hevbeş da, tê de teqezî li ser kêmkirina hebûna leşkerî bi mehên bê re, hate kirin.

Back to top button