Dewleta Tirk a dagirker 50 hezar donim zeviyên Til Temirê dagir kirine. Her wiha heta niha zêdeyî 20 hezar donim erd şewitandine.
Endamê rêveber ê Komîteya Aborî ya Meclisa navçeya Til Temirê Dildar Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 50 hezar donim zevî li gundewarê Til Temirê dagir kirine û zêdeyî 20 hezar donim zeviyên navçeyê jî şewitandin e.
Dildar Yusif desnîşan kir ku dagirkeriya Tirk nehişt cotkar û şênî zeviyên xwe biçînin. Ev jî zirarek mezin gihand şênî û aboriya herêmê.