Hikumeta Şamê: 12 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine

Tenduristiya Şamê ragihand ku, 12 kesên din bi vîrûsa coronayê ketin, bi vê yekê jimara pêketiyan dibe 164.

Wezareta Tendurstiyê diyar kir ku ev her 12 kes di encama danûstandina bi xelkê bajarê Ras el-Me’ra yê gundewarê Şamê de, nexweş ketine.

Li gorî wezaretê, heya niha 164 bi vîrûsê ketine û 68 kes baş bûne, tenê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berî niha jî, Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihandibû ku eger ew neçar bimînin, wê careke din rêkarên parêzî bisepînin.

Back to top button