Amerîka û Rûsya der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de axivîn

Amerîka û Rûsya, misogerkirina pêkanîna aramiyê li Idlibê, herêmên rojhilatê Firatê û başûrê welatê gotûbêj kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin û Nûnerê Amerîka yê ji bo Sûriyê, James Jeffrey derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de bi telefonê axivîn.

Girêdayî mirjarê, Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê got:

“Vershinin û Jeffrey bi awayekî berfireh mijarên çareserkirina aloziya Sûrî bi awayekî siyasî û li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya NY ya 2254 nîqaş kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan rewşa Sûriyê ya li ser erdê û misogerkirina pêkanîna aramiyê giftûgo kirin.

Ev yek di demekê de pêk hat ku, Washington hikumeta Esed tengav kiriye û dê qanûna Qeyser a cezakirinê li ser Sûriyê bisepîne.

Back to top button