Mihemed El-Esîdî: Em li dijî şandina ciwanên Sûrî ji bo Lîbyayê ne

Şêxê êla El-Binî Esîd Mihemed Sadiq El-Esîdî leşkerkirina ciwanên Sûrî ji bo şerê Lîbayê red kir û diyar kir ku divê ew ji bo berjewendiya welêt bibin yek û xizmeta gelê xwe bikin.

El-Esîdî anî ziman ku Tirkiyê bi şandina leşker, çek û çeteyan ji Lîbyayê re, qanûnên navdewletî binpê dike.

Şêx El-Esîdî destnîşan kir jî, ku şerkirina ciwanên Sûrî li Lîbyayê, ne di berjewendiya gelê Sûrî û Lîbî de ye û got:

“Ciwanên Sûrî yên diçin Lîbyayê, çarenûsa wan mirin e.

Divê ciwanên me, Sûriyê ava bikin, xêrûbêrên wê bi kar bînin û wê ji dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Ne biçin Lîbyayê û li beramberî pereyan, Lîbiyan bikujin û planên Tirkiyê pêk bînin.”

Back to top button