
Berdevka HDPê di kongreyeke çapemeniyê ya li Enqerê de ragihand “ew ê 15’ê Hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê ‘Meşa Demokrasiyê ya li Dijî Derbeyê’ ber bi Enqerê ve bidin destpêkirin”.
Ebru Gunay ‘Bernamaya Têkoşîna Demokratîk’ a partiya xwe ragihand û eşkere kir ku meşa ber bi Enqerê ve qonaxa duyem a bernameya wan e û got:
“Ev yek wê di navbera 15-20 Hezîranê de pêk bê.”
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li dijî destdirêjî, qanûna înfazê, desteserkirina şaredariyan û tundiya li dijî jinê kampanya bi navê “Jin li her derê ne” daye destpêkirin.
Ayşe, diyar kir ku kampanya wan a 8 Hezîranê dest pê kiriye, wê mehekê bidome.