Li Efrînê çeteyan malbatek revand û mala wan desteser kir

Li her devera ku lê be, kulîlîkek jî lê şîn nayê.. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemû herêmên dagirkirî, sûcên li dijî mirovhî û xwezayê dikin. Li Efrînê piştî revandina malbatekê, dest danîn ser mal û milkê wan û 500 dar li gundê navçeya Mabata birîn.. Li Girê Spî jî, çeteyên DAIŞ tên derbaskirin û gefan li jiyana sivîlan dixwin… 

Li Efrîna mîna herêmên din ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, talanî û dizî bûne şêweyekî jiyanê.

7 Hezîranê, çetetên dewleta Tirk, endamên malbatekê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê bi hinceta ku girêdayî QSD’ê ne, revandin.

Li gorî Afrînpost, navên wan wiha ne:

Osman Mecîd Nisan û hevjîna wî Zeyneb.

Hersê zarokên wan, Bengîn Osman Nisan û Mehemed Nisan, lê navê yê din nehat zanîn..

Piştî revandina wan, duh çeteyan dest danî ser mala Osman Nisan û mal û milkên wan talan kirin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk, li taxa Efrînê ya kevin, pirtûkxaneya “Pênûs” desteser kirin û veguherandin cihê xwedîkirina kevokan..

Çeteyan li gundê Efrazê yê Efrîn 500 dar birîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, dijminatiya xewzayê jî dikin.

Çeteyan herî dawî 500 dar li gundê Efrazê yê navçeya Mabatayê birîn.

Li Girê Spî, DAIŞ’ê gefan li şêniyan dixwe

Li deverên dagirkirî yên din jî, heman rewş dubare dibe û çeteyên dewleta Tirk di navbera Tirkiye û van herêman de xwedî tevger in..

Li gorî çavkaniyên herêmî, hin serçeteyên DAIŞê derbasî Girê Spî bûne.

Her wekî, nivîsên ku banga vegera DAIŞ’ê dikin û gefan li şêniyan dixwin, li ser dîwarên bajarokê El-Elî Baciliye yê Girê Spî hatin dîtin.

Ji nav sloganên ku hatine nivîsîn jî;

“Tobe bikin û li Xwedê vegerin”, “Dewlet mayînde ye”, “Dewleta Îslamê tê”.

Ev cara duyemîn e ku mîna van nivîsan derdikevin holê.

Duh jî li bajarê Babê yê dagirkirî, teqînekê rû da û 3 kes birîndar bûn..

Cihê dewleta Tirk lê be, rewş wiha ye…. aramî tune ye û tevlihevî li wir serwer e…

Back to top button