Li Tirkiyê di 18 rojan de 16 jin hatin kuştin

Piştî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu idîa kir “Tawanên li dijî jinan kêm bûne”, di nava 18 rojan de 16 jin hatin kuştin. 

Li Tirkiye, her meh bi dehan jin tên kuştin, lê deshilat li dijî vê yekê tu tedbîran nagire, berovajî wê, kujerên jinan serbest berdide.

Gotina Soylu jî ya di 26’ê Gulanê de ku gotibû “Tundiya li dijî jinê kêm bûye”, kuştin zêdetir kir.

Li gorî daneyên platforma” Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di 18 rojên dawî de 16 jin hatin kuştin û bi belge hatin ragihandin.

Nûnerên rêxistinên jinan jî diyar kirin ku gotina Soylu, kujerên jinan xistin nava tevgerê û gotin:

”Soylu dijminê mirov û jinê ye. Piştî têkildarî mijarê axivî, her roj jin tên kuştin.”

Back to top button