
Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyeke bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çetyên wê li Efrînê pêk anî.
Hêzên Rizgariyê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;
23’ê Kanûnê hêzên me baregeheke çeteyên Feyleq Şam ya di navbera gundên Xezêwiyê û Bi’iyê de armanc kir û çalakiyeke sabotajê li dar xist.
Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hejmareke mezin birîndar bû.
Her wiha erebeyeke çeteyan jî hat teqandin.
Navên hin çeteyên ku hatin kuştin û birîndarkirin wiha ye;
Cemal Xalid ji Helebê
Mustafa Ebdulah
û Elî Ebo Ezab.
18’ê Kanûnê hêzên me di navbera gundê Gobelê û navenda navçeya Şera de li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistibûn.
Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndar bûbûn.
Hat zanîn ku leşkerekî birîndar jî miriye.