Kurdistaniyên li Almanyayê, sibe dadikevin qadan

Kurdistanî li gelek bajarên Almanyayê li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk dadikevin qadan. Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê KON-MED’ê bi daxuyaniyekê plansaziya çalakiyan ragihand.

KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li dijî paqijiya nîjadî ya li Efrînê, xirakirina goristanên şehîdan, talankirina xweza û qirkirina çand û ziman, ew ê dakevin qadan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê meş û çalakî 13 Hezîranê roja Şemiyê di saetên cuda cuda de, li gelek bajarên Almanyayê pêk bên.

KON-MED’ê li dijî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk, bang li Kurdistaniyên Almanyayê kir ku her kes bi xurtî xwe bi rêxistin bike û hemû tevlî çalakiyan bibin.

Back to top button