Wê dergeha Sêmalka rojên Yekşem û Çarşemê vekirî be

Ji bo kesên ku çûbûn başûrê Kurdistanê û li wir asê mane, ji bo vegera li malê rojên Yekşem û Çarşemê wê derî vekirî be.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê ragihand ku ji bo şêniyên rojava yên li başûrê Kurdistanê wê rojên Yekşem û Çarşemê derî vekirî be.

Rêveberiya anî ziman ku tenê kesên li wir dikarin vegerin.

Bi gotinek din, kesên li rojava wê nekarin derbasî başûr bibin.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê diyar kir ku kesên dixwazin vegerin bila saet 8-9 ê sibehê li ser bendê kontrolê yê Dara Şikranê amade bin û ji wir bi riya Asayîşa Başûrê Kurdistanê wê bên ser sînor.

 

Back to top button