Lîreyê Libnanî ji sedî 70 bênirx bûye, welatî daketin kolanan

Libnana ku di dîrokê de di nava krîza herî mezin de ye, rewşa xwe aloztir dibe. Di nava 8 mehên derbasbûyî de, Lîreyê Libnanî ji sedî 70 nirxê xwe winda kir.

Vê yekî hişt ku xwepêşandanên li welat ku ji ber vîrûsê bi dawî bûbûn, careke din despê bike. Li welêt ji 6 milyon niştecihî nivê wî zêdetir di nav hejariyê de ne.

Libnan careke din bi germahiya agir xwe dide hiskirin.

Krîza aboriya ku li Libnanê derketî careke din gel daxist kolanan.

Bênirxbûna Lîreyê Libnanî, bandoreke mezin li ser jiyana civakê kir.

Libaniyên ku li hemberî vê yekê bi hêrs bûn, xwe li kolanan dîtin.

Xwepêşandêrên li paytext Beyrut û bajarên din, rê girtin, teker û selikên zibalê şewitandin.

Li bajarê Trablus yê li bakurê welat jî xwepêşandêran bi molotofan êrîşî bankayê kir û dan ber agir.

Xwepêşandêran leşkerên ku li bajar hatine erkdarkirin jî dan ber keviran.

Lîreyê Libnanî ji Cotmehê ve ji sedî 70 nirxê xwe winda kir.

Rêveberiya welat herî dawî nirxê Lîreyê Libnanî li pêşberî Dolarê Amarîkî di 1507,50 de rawestandibûn.

Lê kesek ku ji ajansa AFP’ê re axivî diyar kir ku li paytext Beyrutê li borsaya reş wî dolar bi 5000 lîreyê Libnanî firotiye.

Piştî xwepêşandanên dawî serokwezîrê Libnanê Hesan Diab ji bo niqaşkirina krîza aborî, hikumet bi lez civand.

dimenan dikarin li gorî xwe ji vir bigrin.-

Xwepêşandanên li welat Cotmehê despê kiribû.

Xwepêşandanên bi derketina vîrûsa Corona re bidawî bûyîn, di demên dawiyê de careke din zêde bûye.

Li Libnanê nîva şêniyan di bin sînorê birçîbûnê de ye

Libnan a ku di dîrokê de, krîza herî mezin ya aborî jiyan dike, piştî vîrûsa Corona, hejariya li welat zêdetir kir.

Li welatê ku 6 milyon niştecihên xwe heyî ji nîva wê zêdetir di nav hejariyê de ye.

Di dîrokê de cara yekemîn meha Adarê Libnana ku ne karî deynê xwe bide, bi Fona Pereyan a Navnetewî (IMF) re dest bi hevdîtinan kir.

Her çiqasî hikumet bi IMF’ê re li hev bike jî lê ji ber cudahiya mezheban û nakokiyên navbera wan de, tê payîn ji nava partiyan li ser reforma aborî bertek derkeve.

Back to top button