EBÛ ERAC: EM Ê BERSIVA HER ÊRÎŞEKE DIJBER BIDIN

Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac destnîşan kir ku Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên gelê herêmê dike hedef.

Ebû Erac got:

” Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israra in.”

Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac têkildarî gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên bakurê Sûrî axivî.

Ebû Erac teqez kir ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe li dijî dewleta tirk û çeteyên wê rawestin.

Erac diyar kir ku pergala Tirkiyê di serî de Erdogan di nav aloziyek hundirîn de ne, ji lewre gefa êrîşan li herêmê dixwe û ev tişt anî ziman;

Ev daxuyaniyên Erdogan isbat dike ku li gel Tirkiyê ew hêza êrîşker tune ye tenê pişta xwe daye teknelojiyê.

Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran daxuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker çeteyên xwe ji herêmên Idlib, Bab, Ezaz û Efînê kom dike û tîne gundên ser sînorên Minbicê da ku êrîş bike.

Ebû Erac li dijî êrîşên dagirkeriy peyama berxwedaniyê da û wiha got:

“Em wek Artêşa Şoreşgeran û Meclisa Leşkerî ya Minbicê, me amadekariyên xwe kirine û eger Tirkiyê û çeteyên wê hewl bidin êrîşan bikin ew ê bersivê bibînin.”

ERAC: ÇAWAN ME BAJAR JI DAIŞ’Ê RIZGAR KIR, EMÊ WISAN JÎ BIPARÊZIN

Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac herî dawî li ser helwesta şêniyên Minbicê jî ev tişt anî ziman;

“Şêniyên herêmê bi hêzên Artêşa Şoreşgeran û Meclisa Leşkerî ya Minbicê wek hêzek parastvan bawer in.

Çawa me bajêr ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê wan biparêzin.

Şêniyên Minbicê di berxwedanê de li rex Meclisa Leşkerî ya Minbicê û parastina bajarê xwe bi israr in.”

Leave a Reply

Back to top button