Parlamenterên Siwîsre û Swêdî gotin, dewleta Tirk aloziya vîrûsa Coronayê weke amûrekî zordariyê dijî Kurdan bi kar anî û daxwaz kirin ku “PKK” ji lîsteyên terorê bê derxistin.
Parlamenterê Swîsreyê yê ji Partiya Karkeran, Denîs de la Reûssîlle bi pêşnûmeyekê bal kişand ser zext û zordariya ku Tirkiyê di dema vîrûsa Coronayê û beriya wê li dijî Kurdan û mûxalîfan dike.
Parlamenterek bal kişand ser destserkirina şaredariyên HDP’ê û girtina parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û got:
“Ev hemû li Tirkiyê ji aliyê desthilatdariyeke mûxafazakar a Îslamî ya bi rêveberiya Erdogan bi rengekî nehiqûqî tên kirin.”
Parlamenter Denîs daxwaz ji hikûmeta Swîsreyê kir ku li dijî hikumeta dîktator a Erdogan zextên aborî bixe meriyetê.
Li aliyeke din jî, hejmareke ji partiyên çep û sosyalîst yên Swêdê diyar kirin ku piştî daxuyaniya rayedarên Swêdî yên li ser kuştina Olof Palme, divê PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin.