“Xebatên belgekirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`î bi dawî bûn”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku xebatên diyarkirin û belgekirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`î di Kampa Holê de bi dawî bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi rêya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî di 10`ê Hezîranê de xebatên diyarkirin û belgekirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`î di Kampa Holê de da destpêkirin.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku ev tedbîr ji bo ku ewlehiyê kontrol bikin û rê li pêşiya kirinên terorîst li herêmê û cîhanê bê girtin, hate girtin.

Ev xebat ji bo pêşxistina rewşên jiyanî û mirovî di nav Kampa Holê de hate destpêkirin.

Her wiha ji bo agadarkirina dewletên ku welatiyên wan di nav kampê de ne da ku bi erkên xwe rabin û desteka pêwîst pêşkêş bikin, hate destpêkirin.

Rêveberiyê got ku ev xebat bi armanca vedîtina çareseriyek guncew ji rewşa kampê ya aloz re li gel hebûna hejmara zêde ya jinan û zarokan, hate meşandin.

Rêveberiya Xweser teqez kir ku wan û cîhazên leşkerî û ewlekarî yên pispor, di tomarkirina belgeyan de rêzê ji mafên mirovan û peymanên navdewletî re digirin.

Xebatên belgekirinê li gorî qanûnan bê zorî hatin meşandin û bê pirsgirêk bi dawî bûn.

Back to top button