
Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed ji bo derbaskirina bandorên neyînî yên Qanûsa Qeyserê got: Jibilî girtina tedbîran, hevgirtina gel pêwîst e.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo şîrovekirina geşedanên cîhanî, herêmî û encamên neyînî yên qanûna Qeyserê, rêze-civînan li dar dixe.
Îro meclisê bi tevlibûna endamên komîte, gerînendeya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên jinan û şêniyên herêmê, civînek li dar xist.
Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed derbarê Qanûna Qeyserê ku li ser hikûmeta Şamê hatiye feriz kirin û bandora wê li ser bakurê Sûriyê, nirxandin kir.
Girêdayî mekanîzmeya tedbîrên ku dê li hember kirîza aborî bêne girtin, Îlham Ehmed got:
“Komîteyek ji pisporên aborî hate avakirin, ew ê planên nû li gorî geşedanên nû xêz bike.
Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed di dawiyê de diyar kir ku ji bo derbaskirina kirîzên aborî û siyasî, hevgirtina tevahiya gelê Sûriyê li tevahiya bajaran, pêwîst e.