Ew mîlîtaneke azadî, şervaneke serkeftî û fermandareke gêrîla bû. Ew pêşengeke gel û piropagandîst bû.
Wek şoreşgereke her tim ji bo azadiya gelê xwe û mirovahiyê têkoşiya.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi van gotinan Şehîd Qasim Engîn bi bîrtîne.
Duran Kalkan destnîşan dike ku Qasim Engîn di her qada têkoşînê de bi coşeke mezin cih girtiye û hemû erkên xwe bi serkeftineke mezin bi cih dianî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji televizyona Medya Haber re axivî.
Duran Kalkan têkildarî şahadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn peyameke bi dîmen da.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê di serî de Rêber Apo malbata şehîd, sersaî ji gelê Kurdistanê re xwest û destnîşakir ku wek gel û tevgera azadiyê ji şahadeta Qasim Engîn gelek xemgîn bûne.
Duran Kalkan Qasim Engîn wek pêşengeke rasteqîn ê gel pênasekir û wiha axivî.
Divî her kes vî mîlîtanê fedaî ku jiyana xwe di oxira azadiya gelê Kurd û mirovahiyê de daye, rast fêm bike û xwedî derkeve. Her kesê ku wî nasdike baş dizane ku rêheval Qasim Engîn mîlîtaneke fedaî, şervanekî azadiyê û fermandarekî gêrîla bû. Ew pêşengekî gel, ajîtator, propagandîst, hunermend û werzîşvanekî serkeftî bû. Wekî mîlîtanek şoreşger her tim amade bu ku erka girtiye ser milê xwe bicih bîne.
Duran Kalkan: Qasim Engîn wê bibe pêşengê pêngava tolhildanê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku şahadeta Qasim Engîn veguheriye xwedîderketineke mezin û ev jî wê vegere pêngaveke mezin a tolhildan ê.
Duran Kalkan wiha dewam kir:
Bi şahadeta Qasim Engîn dixwazin qirkirina Kurdan biser bixîn. Lê bila vê yekê baş bizanibin teqeze ku bi pêşxistina pêngava tolhildanê ya şoreşgerî ya li ser xeta Apoyî û pêşengiya Rêheval Qasim Engîn em ê pergala faştî a AKP/MHP’ê hilweşînin û bavêjin bermahiya dîrokê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan serî de jin û ciwan bang gelê Kurd kir ku şahadeta pêşengê kurd Qasim Engîn rast fêm bikin, li ser vê bingehê xwe perwerde bikin û tevlî têkoşîna tevgera azadiyê bibin.
Duran Kalkan bi van gotinan ve peyama xwe bi dawî kir:
Bawerdikim ku wê di dema pêşiya me de pêngava tolhildanê ya Qasim Engîn were pêşxistin. Bi pêngaveke wiha wê faşîzm têkbiçe û gelê me serkevi.