Şêx Mihemed El-Qadirî: Yekîtiya Kurd wê hêz bide biratiya gelan

Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku divê pêkhateyên herêmê bizanibin ku yekitiya Kurd encamên erênî li projeya netewa demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wê hêz bide biratiya gelan.

Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî li benda destpêkirina gavên qonaxa duyemîn a danûstandinên Kurd-Kurd in.

Der barê vê mijarê de Serokê Tevgera El-Sofiye El-Qadiriye ya Sûrî Şêx Mihemed El-Qadirî ji ajansa hawarê re axivî.

Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku bi destpêkirina qonaxa duyemîn a danûstandinên Kurd-Kurd re ew hêvî dikin ku partiyên kurdî nêzî hev bibin û bigîhêjin encamekê.

El-Qadirî dibêje..

“Ji bo her neteweyek, olek û baweriyekê rêya herî rast hevgirtin e, yekîtiye. Ger ku kurd di nav xwe de yekîtiyê avabikin em ê jî ji her aliyekî ve leşkerî, bawerî, civakî û aborî ve xurt bibin.”

Şêx hewildanên dewleta Tirk a xirakirina yekîtiya kurda bi bîrxist û dazanîn ku dewleta Tirk nahêle ew bibin yek. Lê biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk hatiye.

Serokê Tevgera El-Sofiye El-Qadiriye a Sûrî; Şêx Mihemed El-Qadirî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola pêkhateyên herêmê di yekitiya Kurd de û got: “Em dibêjin bila ew jî bi me re alîkar bin da ku yekitiya Kurd pêk were, ger yekîtî pêk were wê biratiya gelan xurtir be.

Back to top button